• Saturday, 14 February 2026
logo

Altan Tan: Divê PKKê kesên di bin 18 salan de vegerîne malên wan

Altan Tan: Divê PKKê kesên di bin 18 salan de vegerîne malên wan
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di civîna koma partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê de BDP û HDP nîşan da û got ku “malbatên zarokên wan hatine revandin û şandine çiyê niha li ber şaredariya bajarê mezin çalakiyê li dar dixin, ez wan ji dil silav dike” û bang li çapameniya Tirkiyê û cîhanê kir ku ew çima van bûyeran nanivîsin û nabînin.

Erdogan bang li HDPê û BDPê kir ku ew li kû derê ne û ew dem bi dem hûn diçin Qendîlê û li hev dikin û tên, pêwîste ew zarokên van malbatan bînin, ji ber ku ew navnîşana van zarokan baş dizanin, divê ew wan bînin û eger ku wan zarokan neynin ewê plana (B) têxin dewrê.

Rêxistina BDPê ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê û diyar kir ku BDPê ew zêdebûna tevlîbûna gerîlayan ya demên dawî de bi sedemên encama polîtîkayên AKPê ne, ciwanên ku tevlî gerîla bûne di vê pêvajoyê de dîtine ku AKPê ne samimiye û ji ber vê jî tevlîbûnê tercîh dikin û ev di encama bê cidiyeta hikûmeta AKPê de pêk tê û ti têkiliya BDPê jî bi tevlîbûna gerîlayan tine ye.

Rêxistina BDPê destnîşan kir ku berpirsê vî şerî ku 40 sale didome dewleta Tirkiyê û şopdarê wê ya îro AKPê ye, pêvajoya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan daye destpêkirin tê sabotekirin û heta niha êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Kurd berdewame.

BDPê di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku di demên dawî de ku tevlîbûna ciwanan ji gerîla re zêde bûye, polîsên Tirkiyê li Amedê wê tiştî bikartînin û diçin malbatên wan ciwanan tûj dikin ji bo ku vê mijarê ji bo başiya xwe bikarbînin, ew jî wan hişyar dikin ku van pilanên xwe dev jê berdin û bang li wan malbatan dikin ku nebin amûrê van lîstikan.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ragihand ku çi keçik dibin çi kur, ciwanên bi temenê 15-16-17 salî ku hîn negihiştine temenê yasayî, eger bi dilê xwe tevlî gerîlayên PKKê bûne, yan jî bê dilê xwe, pêwîste werin vegerandin ji bo mal û malbatên xwe, divê rayedarên PKKê van kesan vegerînin û pêşiya kesên ku bi vê temenê tevlî gerîlayan dibin jî bigrin.

Rudaw
Top