Mehmûd Osman: Amerîka Piştevanîya Baxdadê Dike
Mehmûd Osman ji PNA re ragihand, ku Amerîka bêtir piştevanîya Baxdadê dike û berî niha jî Amerîka razî nebû herêma Kurdistanê bêy Baxdad petrolê bifiroşe,
Weha jî da zanîn, ku tiştekî pir başe herêma Kurdistanê petrolê bi awayekî serbixwe bifiroşe, belê bawerîya wî bi Turkiye nîne û nabe pişta xwe bi Turkiye ve girê bidin.
Weha jî da xuyakirin, ku dê ji sedî 17 ji budceya herêma Kurdistanê li bankekî Turkiye bihê danan û dê Turkiye bi kêfa xwe serederîyê bi evê pereyê bike û dê bikevin bin rehmeta Turkiye û ev yek jî şaşî ye.
