• Saturday, 14 February 2026
logo

Heta Niha Şandeya Dan u Standinkara Herêmê Kombûn Bi Alîyên Siyasîyên Iraqê Re Nekiriye

Heta Niha Şandeya Dan u Standinkara Herêmê Kombûn Bi Alîyên Siyasîyên Iraqê Re Nekiriye
Endamekî şandeya dan u standinkara herêma Kurdistanê ragihand, ku piştî pesinkirina encamên hilbijartinan bi awayekî fermî, dê dan u standinan bi alîyên siyasîyên Iraqê re di bareya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de bikin û heta niha jî şandeya dan u standinkara herêmê ti rûniştinek nekiriye.

Yasîn Hesen ji siteya KDP re ragihand, ku ew çaverêy pesindkirina encamên hilbijartinan in ji alîyê komisyona bilinda serbixweya hilbijartinan ve, ji ber ku heta niha gilînameyên alîyên siyasî nehatine yekalîkirin û encam bi fermî nehatine ragihandin, belê piştî ragihandina encamên fermî dê şandeya herêmê di nav xwe de kombûnê bike.

Weha jî da zanîn, ku heta niha ti karnameyek ji bo guft û gokirinê bi Baxdadê rê nehatiye amadekirin, belê di kombûna serokê herêmê de ya bi alîyên siyasî re behsa evê yekê hatiye kirin.

Weha jî da xuyakirin, ku Kurd tenê lidijî kandîdkirina Malikî nîne ji bo postê serokê wezîran, alîyên Sunne û Şî`e jî li dijî kandîdkirina Malikî ne.

Top