Li Enbarê 45 endamên DIŞIê hatin kuştin
Li Enbarê 45 endamên DIŞIê û li Felûceyê jî 29 welatî hatin kuştin.
Di vê derbarê de Fermandarê operasiyonên Cizîre û Badiye ya li parêzgeha Enbarê de ragehand ku di çarçoveya operasiyonên artêşa Îraqê bo ser çekdarên DIŞIê de li parêzgeha Enbarê de herî kêm 45 endamên DIŞIê hatine kuştin û leşkerên Îraqê jî hijmareke tirimbîlên çekdarên DIŞIê şewtandine.
Her heman çavkanî eşkere kir ku di encama bordiman kirina çend deverên ser bi Felûceyê de ji aliyê artêşa Îraqê ve 29 welatiyên wan deveran canê xwe ji dest dane.
