Goran Daxuyanîya Dewleta Qanûnê Ya Di Bareya Firoştina Petrola Herêma Kurdistanê de Ret Dike
Di evê bareyê de, serokê fraksiyona Goran di parliyamenta Kurdistanê de Rabûn Me`ruf ji PNA re ragihand, ku ew nizanin endamê Dewleta Qanûnê Beha Cemaleddîn daxuyanîya han ragihandiye yan jî na. gotjî: ew siyaseta tevgera Goran radigehîne newek Dewleta Qanûnê û heger endamê han ê Dewleta Qanûnê daxuyanî di evê bareyê de ragihandibe, ew wek tevgera Goran ret dikin.
Weha jî da zanîn, ku tevgera Goran bi şandina petrola Herêma Kurdistanê re ye û dahata petrolê bi awayekî aşkira û şefaf û dadperwerane bi ser bajêrên herêma Kurdistanê de bihê parvekirin.
Hêjayê gotinê ye, ku endamê Dewleta Qanûnê Beha Cemaleddîn ragihandibû, ku tevgera Goran naxwaze herêma Kurdistanê bêy Baxdad petrolê ber bi derve bişîne.
