Li devera Beiqûbe ya Iraqê 6 karkerên îranî hatin kuştin
Îranê jî ev bûyer şermezar kir û ji Iraqê xwest, ewlehiya jiyana karkerên îranî biparêze. Li gorî medyaya Îranê, îro danê sibê dema komek karker û endazyarên îranî yên ku di şîrketek petrolê de kar dikirin, diçûn ser kar li devera Xezrecê ya nêzîkî bajarê Beiqûbe yê Iraqê bombek bi otomobîla wan de teqiya.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de 4 karker û 2 endazyarên îranî hatin kuştin û 6 karker jî birîndar bûn. Ji aliyekî din, Encumena Asayişê ya parêzgeha Diyale ragihand ku hêzên polîs çend kes bi tohmeta encamdana teqandina otomobîla karkerên îranî girtine.
Wezareta Derve ya Îranê jî kuştina karkerên xwe avêt stûyê rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê û ji Iraqê xwest, ewlehiya jiyana karkerên wan dabîn bike.
Rudaw
