• Saturday, 14 February 2026
logo

‘‘Firotina petrola Kurdistanê destûrî ye’‘

‘‘Firotina petrola Kurdistanê destûrî ye’‘
Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ragehand ku ew daxwiyaniyên behsa nedestûrîbûna firotina petrola Kurdistanê dikin, tu behayekî wan nîne û divê hikûmeta Kurdistanê li ser firotina petrolê berdewam be.

Di vê derbarê de Berdevkê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb got: ‘’Divê xelkê Herêma Kurdistanê ji bo firotina petrola Kurdistanê şahiyê bikin, ji ber hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftineke mezin tomar kiriye.’‘

Teyîb wiha dibêje: ‘’Demeke şiyana hikûmeta Herêma Kurdistanê ya firotina petrolê hebû, lê li bendê bû ligel Bexdayê bigihe rêkeftinekê, hikûmeta Bexdayê jî ji dêlva çareserkirina pirsgirêkên heyî meaşê fermanber û budceya Herêma Kurdistanê qut dike, loma evna bersivek bû bo wan pêngavên hikûmeta İraqê.’‘

Derheqa mijarê de Mueyed Teyîb ji çapemeniyê re axifî û wiha pêde çû: ‘’Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi awayekî fermî û şefaf petrolê difroşe, evna wiha dike ku helwêsta herêmê li beramber Bexdayê gelekî bihêz bibe.’‘

Li ser wan daxwiyaniyên ku dibêjin qaşo ev pêngava hikûmeta Kurdistanê nedestûrî ye, Teyîb wiha bersiva wan daxwiyaniyan da: ‘’Hîç nirx û bihayekî wan daxwiyaniyan nîne û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser firotina petrolê berdewam be, heta Bexda li wê yekê mikur were ku Herêma Kurdistanê şirîkekî rasteqîne yê İraqê ye.’‘

Mueyed Teyîb axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê firotina petrolê de pêbendê şert û mercên navdewletî ye û ji sedî 5 tazmînata Kuwêtê jî dide ku Herêma Kurdistanê tu zerarek negehandiye Kuwêtê, lê pêbendê siyaseta İraqê ye û divê ew pereyên ku Bexdayê nedane Kurdistanê hemû ji hatina wê petrolê were wergirtin.’‘

Basnews
Top