Hilbijartinên serokatiya Ukrayna destpêkirin
Petro Poroshenko ku wek paşayê çoklêtê tê naskirin, namzedê xwedî çansê herî zêde ye ku di van hilbijartinan de biserkeve.
Serokwezîra berê ya Ukrayna Yulia Tymoshenko di rapirsiyên vê dawiyê de gelekî li paş Poroshenko bû.
Serokê nû yê Ukrayna erkekî mezin û zehmet li pêşiya wî heye ku ew jî parastina yekîtiya welatê xwe û bidawîanîna karên tundiyê ye.
Cudaxwazên alîgirên Rûsya li rojhilatê Ukrayna berî niha gefa astengkirina hilbijartinan xwaribûn.
Encamên gera yekem a hilbijartinên îro yên serokatiya Ukrayna wê sibê duşemê bên ragihandin. Lê eger yek ji namzedan nikarî zêdetirî 50% ji dengan bi dest bixe, wê gereke din a hilbijartinan di nava 2 heftiyan de bê kirin.
Di şibata borî de Viktor Yanukovich di encama xwepêşandanên berfereh ên li dijî siyasyeta wî ya alîgira Rûsya de ji ser posta serokatiyê hat dûrxistin.
Serokê Rûsya Vladimir Putin roja înê ragihand ku ewê rêz li encamên hilbijartinên Ukrayna bike û got jî ku ew amade ye ligel serokê hilbijartî yê Ukrayna kar bike.
Rudaw
