“Fransa wek serokê welatekî pêşwaziya Barzanî kir”
Felah Mistefa ji rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî re diyar kir ku Hollande wek serokê welatekî pêşwaziya Barzanî kir û sedema vê yekê li “têkiliyên bi hêz û baweriya Hollande bi siyaseta hevseng a Herêma Kurdistanê” vegerand.
Mistefa ku di vê serdanê de hevlatiya Barzanî dike û wê îro biçin Îtalya û Vatîkanê, bal kişand ku Barzanî û Hollande di civîna xwe de sînaryoyên rewşa Iraqê gotûbêj kirin, bi taybet avakirina hikûmeta nû ya Iraqê.
Bi gotina Mistefa, serokê Herêma Kurdistanê tekîd li ser avakirina hikûmetekê li Iraqê kir ku kar ji bo çareserkirina pirsgirêan û krîzên heyî bike.
Felah Mistefa herwiha got ku “Barzanî ji Hollande re tekîd kiriye ku Herêma Kurdistanê dê bibe çavkaniyeke berdewam a enerjiyê ji cîhanê re û dê vê pirsê tevlî milmilaneyên siyasî neke”.
Rudaw
