• Saturday, 14 February 2026
logo

Parliyamenterekî Kurd: Heger Qanûn Li Iraqê Hebe Niha Malikî Di Zîndanê De Bû

Parliyamenterekî Kurd: Heger Qanûn Li Iraqê Hebe Niha Malikî Di Zîndanê De Bû
Endamekî encûmena nûnerên Iraqê yê ser bi Hevpeymanîya Kurdistanî ve ragihand, ku Nurî Malikî tund û tujîyan li dijî xelkê Iraqê û bi taybetî herêma Kurdistanê bikar dihîne, ji ber evê yekê şermezariye rê bi Malikî bihê dayin carek din bibe serokê wezîrên Iraqê.

Hemîd Bavî ji PNA re ragihand, ku PDK rê bi Malikî nade bibe serokê wezîrên Iraqê. Ew di ewê bawerê de ye, ku alîyên din ên herêma Kurdistanê jî naxwazin Malikî bibe serokê wezîrên Iraqê.

Weha jî da zanîn, ku Malikî dictator e û rêya Sedam Huseyn girtîye ji bo dijatîkirina Kurdan, Sedam bi leşker lidijî Kurdan bû, belê Malikî bi neşandina mûçeyên fermanberan dijatîya xelkê Kurdistanê dike û ev 5 meh in mûçeyê fermanberan ji alîyê Baxdadê ve ber bi herêma Kurdistanê ve nahtiye şandin.

Weha jî da xuyakirin, ku di niha de Kudan pêwîstî bi yekrîzî heye û gerek Kurd rê li Malikî bigirin û nehêlin rêya serokê dîktatorê berê yê Iraqê bigire, ji ber ku Malikî dixwaze di rêya aborî de Kurdan enfal bike.

Top