Lîsta Ehrar Razîbûna Xwe Li Ser Hevpeymanîya Bi Dewleta Qanûnê Re Da Nîşandan
Di evê bareyê de, endamê encûmena nûnerên Iraqê Hakim Zamilî yê ku ser bi lîsta Ehrar ve ye ji PNA re ragihand, ku lîsta Ehrar ti arîşe bi alîyên siyasî re nîne û ew amadene bi alîyên siyasî re hevpeymanîyê pêk bihînin, belê divê ew alî xizmeta hevwelatîyan bike. Weha jî got, ku ew dixwazin hevpeymanîyê bi Dewleta Qanûnê re pêk bihînin, belê gerek Malikî nebe serokê wezîran û Dewleta Qanûnê kesekî din kandîd bike ji bo evê posta han, ji ber ku Malikî cudahîyê di navebra Şî`e û Sunne û Kurdan de dike, ew jî nahê qebulkirin.
Weha jî da zanîn, ku tenê lîsta Ehrar merc nîne, belkî lîsta Muwatin jî ew merc heye û naxwaze Malikî ji bo cara sêyem bibe serokê wezîran.
