Saziyên medenî yên Amedê daxwaza wegerandina zarokan dikin
Duh hijmareke saziyên medenî li Amedê civiyan û daxwaza wegerandina zarokan ji aliyê PKKê ve kirin.
Piştî ku endamên PKKê di rojên derbasbûyî de li deverên ser bi Amedê hijmareke zarok refandin, kesûkarên wan zarokan û saziyên medenî bi mebesta şermezar kirina ev kiriyarên han dest bi çalakiyên curbicur kirin.
Di çarçoveya wan çalakiyan de ku li berdem Şaredariya Amedê de hatine organîzekirin de, hijmareke saziyên medenî yên deverê civiyan û piştî civînê jî di presskonferansekî de daxwaza wegerandina wan zarokan ji aliyê PKKê ve kirin.
