• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokkomarê Franseyê pêşwaziya Serokê Kurdistanê kir

Serokkomarê Franseyê pêşwaziya Serokê Kurdistanê kir


Li Koşka Elysse Serokkomarê Franseyê pêşwaziya Serokê Kurdistanê û heyeta pê re kir.

Îro li Koşka Elysse ya li Paytexta Franse Parîsê de Serokkomarê vê welatî François Hollande pêşwaziya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û heyeta pê re kir ku pêk hatibû ji her yek ji Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî, berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê û çend rayedarên din yên Kurdistanê.

Piştî merasima pêşwaziyê civînek jî hate saz kirin û di civînê de rewşa Rojhilata Navîn û rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û qirîza Sûriyayê jî hatin nirxandin.

Di beşeke din ya civîna han de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Franseyê de jî hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han kirin.

Top