Hêzên rêjîmê pêşve diçe û opozisyon jî paşve diçe
Li gorî Rewangehê, hêzên rejîmê bi piştgiriya hêzên Hizbullah ê Libnanî li hemberî çekdarên ku girtîgeh ji Nîsana 2013ê ve dorpêç kiribûn şerekî dijwar kirin heta karîn girtîgrhê ji bin kontrola wan derxin û têxin bin kontrol xwe.
Beriya 2 rojan jî medyaya Sûriyê tekez kiribû ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi aliyê girtîgehê ve pêş dikevin û destnîşan kiribû ku hêzên rejîmê karîn derdora wêstgeha elektirîkê ya sereke li devera Şêx Necar a nêzîkî zîndanê bi kîlometrekê kontrol bikin.
Berî dorpêçkirinê nêzîkî 4 hezar kes di zîndanê de bûn lê li gorî rewangehê nêzîkî 600 kes ji wan ji ber şer û bombeyan hatine kuştin
Xendan
