• Saturday, 14 February 2026
logo

Peykerê bilûrvanê Kurd li Tehranê hat şikandin

Peykerê bilûrvanê Kurd li Tehranê hat şikandin
Peykerê bilûrvanê Kurd Qalemere li parka Eresbaran a Tehranê hat şikandin. Navenda ciwankariyê li bajarê Tehranê biryar dabû çend peykeran deyne ku amaje bi kultûra Kurd bike.

Li çend cihên hunerî û parkên wî bajarî, 3 peyker bo vê mebestê ji aliyê hunermendên Kurd ve hatin çêkirin û li cihên giştî yên Tehranê hatin danîn.Yek ji wan peykeran ê bilûrvanê Kurd, Qalemere bû, lê ji aliyên kesekî yan çend kesên nenaskirî ve di 5’emîn salevgera koça wî ya dawî de bilûra wî hat şikandin û zirareke mezin jî giha peykerê Qalemere.

Ew du peykerên din ên li ku Tehranê hatine danîn, peykerê “Zilamekî bi sêwelanê“ ye ku li meydana Heftî Tîr hatiye danîn, herwiha peykerê zilamekî Kurd li meydana Wenekî ya Tehranê hatiye danîn. Hêjayê gotinê ye di vê hefteyê de 5’emîn salvegera koça dawî ya Qalemere ye.

Basnews
Top