Serokê Herêma Kurdistanê û serokê Fransayê îro dicivin
Di civînê de ,Barzanî û Hollande wê derbarê têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Fransa, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê herwiha pirsa Sûriyê de jî gotûbêjan bikin.
Ji dema ku Holllande di sala 2012an de bûye serokê Fransayê, ev duyemîn serdana fermî ya Mesûd Barzanî ye bo koşka Elysee. Hollande di 29ê hezîrana 2013an de li wê koşkê li ser dostyetiya Kurd û Fransayê tekîd kiribû.
Di sala 2010an de serokê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy li heman koşkê pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê kiribû.
Mesûd Barzanî roja çarşemê ya borî bi hevaltiye şandekê ber bi Ewropayê ve birêket.
Piştî civîna xwe ya ligel serokê Fransayê û rayedarên din ên wî welatî, Barzanî wê serdana Vatîkan û Îtalyayê bike û ligel papyê Vatîkanê û rayedarên Îtalyayê bicive.
Şanda ku di vê serdanê de hevaltiya serokê Herêma Kurdistanê dike pêk tê ji serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, wezîrê avakirin û niştecîbûnê Kameran Ehmed û şêwirmendê asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.
Şîrove
Rudaw
