• Saturday, 14 February 2026
logo

Firotina petrola Kurdistanê dest pê kir

Firotina petrola Kurdistanê dest pê kir
Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz ragehand ku firotina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê ji Bendera Cîhan dest pê kiriye.

Derbarê firotina petrola Herêma Kurdistanê de Taner Yildiz da zanîn ku tenê hinardekirina yek milyon bermîl maye û got: ‘’Ji şeva din ve hinardekirina-şandina petrola Bakurê İraqê (Herêma Kurdistanê) bo bazarên cîhanê ji Bendera Cîhan dest pê kiriye. Hê milyonek bermîl maye bê tejîkirin bo barkirinê, îro ew rêje jî tê tejîkirin.’‘

Firotina petrola Kurdistanê di demekê de ye ku piraniya berpirsên hikûmeta Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi serdanên fermî li welatên Ewropayê ne. Herwiha heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê derbarê de tu daxwiyaniyeke fermî nedaye.

Basnews
Top