• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî serwet û samana xwe aşkere dike

Barzanî serwet û samana xwe aşkere dike
Desteya destpakiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê serwet û samana xwe ji desteyê re aşkere kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiya gotin ku “li gor nivîsa serokatiya Herêma Kurdistanê (hejmar D.285) di 22/5/2014 de, serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serwet û samana xwe ji desteya giştî ya destpakiyê ya Herêma Kurdistanê re aşkere kiriye”.

Daxuyaniyê amaje bi samana Barzanî nekiriye, lê berî niha serokê desteya destpakiyê Ehmed Enwer di kongreyeke rojnamevaniyê de derbarê aşkerekirina samanên berpirsan de gotibû ku ewê malperekê vekin û tê de hemû formên berpirsên Herêma Kurdistanê yên ku samanên xwe ji desteyê re aşkere kirine, belav bikin.

Rudaw
Top