London: Serokwezîr digel wezîrê guhastinê û wezîrê karûbarên navdewletî civiya
Di civînê de pêşdebirina têkeliyên navbera her du aliyan di hemû waran de û bi taybetî di warê guhastinê de gotûbêj kirin û tekîd li ser vekirina geştên asîmanî yên raste-rast navbera Hewlêr û Londonê kir. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, vekirina xeteka asîmanî navbera London û Hewlêrê dê têkeliyên kulturî, rewşenbîrî û civakî xurtir bike. Amadekariyên destpêkirina geştên asîmanî navbera Hewlêr û Londomnê dest pê kirine.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember wê pêngavê diyar kir û piştgiritya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hêsankariyan bo vekirina wê xeta asîmaniya London-Hewlêr nîşan da.
Li Londonê, Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re digel Alan Denkin wezîrê dewletê bo karûbarên hevkariyên navdewletî civiya û rewşa herêmî bi giştî û rewşa penaberên navxwe yên ku, ji başûr û ji naverasta Îraqê hatine herêma Kurdistanê, rewş û jiyana penaberên surî yên li herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de wezîrê birîtaniyayî rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hewandin û pêşkeşkirina alîkariyan bo penaberan, bi tyabetî alîkariyên di warê perwerde û saxlemiyê de, bilind nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji wezîrê Birîtaniyayê kir ku, rêxistinên xêrxwaz û NG yên welatê Birîtaniyayê teşwîq bikin ku bêne herêma Kurdistanê û alîkariya pêşkeşî penaberan bikin û di vî warî de hevkariyê digel hikûmeta herêma Kurdistanê bikin. Penaberan pêwîstî bi alîkariyên zêdetir e û heta niha hikûmeta Îraqa federal li Bexdayê xwe li pirsa penaberan nekiriye xwedan û çu hevkarî û alîkarî bi wan re nekiriye, hemû berprisiyarî li ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê ye.
Piştî van civîna Nêçîrvan Barzanî dawî bi serdana xwe ya fermî bo Birîtaniyayê anî û ji aliyê berprisên wezareta derve, sefîrê Birîtaniyayê yê Îraqê û nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat bi rê kirin.
Weke kut ê zanîn şandeya digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê, Qubad Telebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîran ve, Sefîn Dizeyê peyvdarê hikûmeta Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê tîkeliyên derve pêk tê.
