Bereya Turkumanî Li Hewlêrê Kursîyek Misoger Kiriye
Di evê bareyê de, eandamê polîtbûroya bereya Turkumanî Aydin Me`ruf ji BasNews re ragihand, ku bereya Turkumanî di hilbijartinên encûmena parêzgeha Hewlêrê de kursîyek misoger kiriye.
Weha jî da zanîn, ku di hilbijartinên encûmena parêzgeha Hewlêrê de sê kursî weke Kota ji bo Turkumanan hatine diyarkirin û yek ji wan kursîyan jî, ji alîyê kandîdekî bereya Turkumanî ve hatiye misogerkirin.
Weha jî da xuyakirin, ku lîsta Hewlêr a Turkumanî û lîsta Nûbûn û Demokrata Turkumanî, kêberiyê li ser bidestxistina 2 kursîyên din dikin.
