• Saturday, 14 February 2026
logo

“Trajîdyaya sedsala 21”

“Trajîdyaya sedsala 21”
Nivîskarê navdar ê Ereb Cîhad el-Xazin di goşye xwe ya rojane de gotarek bi navê “trajîdyaya sedsala 21” di rojnameya el-Heyat de nivîsandiye û tê de bi awayekî gelek bi bandor behsa trajîdyaya çar salên şerê Sûriyê dike.

Ew ji çîroka destdirêjiya heşt şebîheyan ku li ser keçeke nûgihayî ya sûrî li bajarê Idlibê kirine û niha li Tirkiyê tê dermankirin, destpêdike heta ku digihe pirsa “cîhada nîkahê”.

Herwiha behsa wê yekê dike bê çawa çekdarên opozîsyonê li Humsê û xelkê hinek gundên Idlid û Helebê pelên daran û giya, carina bi kelandî û carina bi axvî, xwarine.

Cîhad el-Xazin behsa jiyan ji dest dan û derbederiya xelkê Sûriyê dike û dibêje “hejmara kuştiyan bi zêdetirî 150 hezar kes tê texmînkirin, lê dibe ku bextê wan ji qurbaniyên sax û zindî zêdetir be. Li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî ku li Cenêvê derketiye, her roj 9500 kes ji Sûriyê derdikevin, wate malbatek di her deqeyekê de”.

El-Xazin herwiha dinivîsîne ku “berhema çandiyê nêzîkî 50% daketiye, bi heman awayî berhema sewal û perendeyan jî, herwiha rêjeya bêkariyê di navbera salên 2005 heta 2012 de 8% bû, lê ew rêje zêde bûye û di naverasta sala borî de 49% bû, bêguman niha zêdetir jî bûye”.

Nivîskarê ereb Cîhad el-Xazin diyar dike ku wêneyên Heleb û Humsê dîmenên Hîroşîmya û Nakazakî tînin bîra mirov û dibêje “fîlmên tirsê saet û nîvê yan 2 saetan bi dawî tên, lê fîlma tirsê ya Sûriyê derbasî sala çarem bûye û dibe ku çar salên din jî berdewam bibe”.


Rudaw
Top