Di şerê Hesekê de 4 şervan û 10 çekdar hatin kuştin
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihand ku di encama şerê ku duh dora saet 1.30 piştî nîrvro bi dema Hesekê destpêkir de, “3 şervanên YPGê û asayişekî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 çekdarên alîgirên rejîmê hatin kuştin”.
Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku piştî şer, “YPGê dest danî ser avahiya rêveberiya avê, navenda agirvemirandinê, rêveberiya avdaniyê û rêveberiya alîk û elefê li nav bajarê Hesekê”.
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê şerê navbera her du aliyan piştî wê yekê destpêkir ku çekdarên alîgirên rejîmê xwestin xaleke kontrolê ango seytereyekê li çerxerêya Ezîziyê li hember seytereya hêzên asayişê danin.
Duh jî hêzên asayişê û YPGê ku ser bi PYDê ve tên naskirin, ji dikandarên Kurd li taxa Ezîziyê xwestibûn ku dikanin xwe bigirn û di nav malên xwe de bimînin.
Rudaw
