• Saturday, 14 February 2026
logo

Çarenivîsa 40 hemwelatiyên Kobanî nediyar e

Çarenivîsa 40 hemwelatiyên Kobanî nediyar e
Ev 15 rojin ku derdora 25 mamostayên Kurd û 15 hemwelatiyên xelkê herêma Kobanî ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve li herêma Munbicê hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Roja 7ê gulanê dora 50 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî li ser rêya Helebê ji aliyê DAÎŞê ve hatine girtin û pişt re nêzîkî 10 kesan ji wan berdan û yên din hîn girtî ne.

Di nava girtiyên Kurd 25 mamostayên dibistanan hene ku ew bi mebesta wergirtina mûçeya xwe ji hikûmeta Sûriyê çûbûn bajarê Helebê û di rêya vegerê de li nêzîkî bajarê Munbicê ji aliyê DAÎŞ ve hatin girtin.

li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çekdarên DAÎŞ ji girtiyên Kurd re gotiye heta ku girtiyên wan ên di destê YPGê de neyên azadkirin, ewê jî neyên berdan.

Tê gotin ku grûpeke ser bi opozîsyona Sûriyê ve berî ku ji bajarê Munbicê derbvikeve, çend girtiyên DAÎŞê yên li cem xwe radestê hêzên YPGê li Kobanî kirin û di nav de emîrekî DAÎŞê jî heye, lê heta YPGê ev yek piştrast nekiriye.

Rudaw
Top