Daxuyaniya Fuad Hussein ya di derbarê pêkanîna Lîjneya Danustandina Herêma Kurdistanê
Her yek ji Dr. Roj Nurî Şawês wekî Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê, Celal Cewher wekî Nûnerê Tevgera Goran, Bilal Silêman Nûnerê Komela Îslamiya Kurdistanê û Dr. Kawa Mehmud Nûnerê Lîsta Hevpeymaniya Niştîmaniya Kurdistanê hatin destnîşan kirin.
Tê çaverê kirin ku her yek ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê nûnerên xwe yên ji bo vê lîjneyê destnîşan bikin heta ku biryara pêkanînê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bê derxistin û lîjne dest bi kar bike.
