• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî şaredarê Londonê bo Kurdistanê vexwand

Nêçîrvan Barzanî şaredarê Londonê bo Kurdistanê vexwand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re, di duyemîn roja serdana xwe ya bo Birîtaniyayê, Duh roja sêşemiyê 20ê gulana 2014ê li Londonê ji aliyê Boris Jonson şaredarê bajarê Londonê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de ku, hijmareke berpirsên îdareya Londonê amade bûn, Biris Jonson kêfxweşiya xwe li hember serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Londonê diyar kir û hêvî kir ku, ev serdan bibe derfetek baş ji bo pêşdebirina têkeliyên her du aliyan.

Serokwezîrê Kurdistanê û şaredarê bajarê Londonê mijarên mîna; derfetên karî û hilbirînê li herêma Kurdistanê bo karsaz û sermayedarên Londonê, xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Londonê, kar û pirojeyên şirket û kompaniyên birîtaniyayî yên ku li herêma Kurdistanê kar dikin û sudwergirtin ji tecrûbeya Londonê a di warên cuda de hatin gotûbêj kirin.


Nêçîrvan Barzanî xwesteke hikûmeta herêma Kurdistan a ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di warên cuda de bi Birîtaniyayê re nîşan da û tekîd li ser têkeliyên raste-rast yên navbera London û Hewlêrê kir û ji bona vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî şaredarê Londonê û heyeteke karsaz û bazirganên bajêr ji bo serdana Kurdistanê vexwandin daku, baştir û ji nêzîk herêma Kurdistanê nas bikin.

Weke kut ê zanîn şandeya digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê, Qubad Telebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîran ve, Sefîn Dizeyê peyvdarê hikûmeta Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê tîkeliyên derve pêk tê.
Top