Pira kevnar a Barandûza Urmiyê herifî
Li gor medya Îranê, ji mêj da egera herifîna pirê hebû. Pira Barandûzê vedigere serdema desthilatdariya Qacariyan û ji şeş çavikên mezin û pênç taqên biçûk pêk tê, dirêjiya wê çar metr û paniya wê pênc metr e. Pir dikeve ser cadeya Şino-Urmiyê.
Li gor hinek çavkaniyan, sedema herifîna pirê barîna zêde ya baranê û rabûna ava rûbar e. Hêjayê gotinê ye xelkê herêmê û parêzvanên eserên dîrokî, di nameyekê de ji fermandariya bajarê Urmiyê xwestibûn ku pir bê restore kirin. Lê ew yek pêk nehat heta ku pir herifî.
Basnews
