Serokwezîr û cîgirê wî hatin destnîşankirin
Parlamentoya Kurdistanê îro li ser destnîşankirina serokwezîr û cîgirê serokwezîr civiya û Nêşêrvan Barzanî bi dengê 99 parlamenteran bo postê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.
Berî niha Serokê Fraksyona Goran Rabûn Marûf ji BasNewsê re gotibû ku fraksyona wan dê deng bide namzetê PDK’ê lê deng nade namzetê YNK’ê bo cîgirê serokwezîr ku Qubad Talebanî ye.
Di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de Qubad Talebanî bi 78 dengan bo postê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin û Tevgera Goran deng nedayê.
Basnews
