• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 5100 mizgeft hene

Li Herêma Kurdistanê 5100 mizgeft hene
Li gor amarên Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Herêma Kurdistanê 5 hezar û 100 mizgeft û 99 dêr li Herêma Kurdistanê hene.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ragehand ku li Herêma Kurdistanê di çar salên borî de heta niha 1000 mizgeft hatine çêkirin û 700 ji wan ji aliyê kesên xêrxwaz û 300 ji aliyê hikûmetê ve hatine çêkirin. Li gor zanyariyan zêdeyî 155 mîlyon dolar ji bo çêkirina wan mizgeftan hatiye xerc kirin.

Neqişbendî da zanîn ku ji xeynî mizgeftan, li Herêma Kurdistanê 99 dêr hene ku tenê sê ji wan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine çêkirin û 11 mliyar dolar li wan hatiye xerc kirin.

Hêjayê gitinê ye hejmara mesîhiyên Herêma Kurdistanê di navbera 300 heta 400 hezar kesan de ye ku piştî şerê Îraqê piraniya wan Îraq bicîh hiştin, lê piştre gelek ji wan vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top