Kurdistan xwedan mezintirîn xezîneya petrolê ya Cîhanê ye
Rojnameya The Dallas Morning News li ser navê kompaniyeke mezin ya Amerîkayî belav kir ku li Parêzgeha Dihukê de çend bîrên petrolê yên nû hatine dîtin ku di nava wan de petroleke gelek zêde heye.
Rojnameya nav hatî li ser navê birêveberê kompaniya Hlood Enerjî Roz Berot belav kir ku Kurdistan welata yekem û ya dawî a Cîhanê ye ku xwedan mezintirîn xezîneya petrolê ye.
Berot eşkere kiriye ku di dawiya vê mehê de rojane herî kêm 25 hezar bermîl petrol ji wan her du bîrên petrolê de der dixin.
