• Saturday, 14 February 2026
logo

Kuştiyên şerê Sûriyê ji 162 hezarî derbas bû

Kuştiyên şerê Sûriyê ji 162 hezarî derbas bû
Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, ragihand, hejmara kuştiyên şerê Sûriyê ji 162 hezarî derbas bûye.

Li gorî daxuyaniya Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, di şerê Sûriyê de heta niha herî kêm 162 hezar kes hatine kuştin ku herî zêde hêzên rêjîma Sûriyê kuştî dane.

Li gorî daxuyaniyê, di nav kuştiyan de zêdetirî 54 hezar sivîl û 62 hezar û 800 çekdar û serbazên rêjîmê hene ku di nav wan de çekdarên Hizbullaha Libanê jî hene.

Li gorî agahiyên rewangehê, di şerê Sûriyê de 42 hezar û 700 çekdarên opozîsyonê jî hatine kuştin ku di nav wan de çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê El Nusra jî hene.

Rudaw
Top