Xesru Goran: Em li hêviya korsiyên zêdetir bûn
Berpirsê dezgeha hilbijartin ya PDKê dibêje em li benda korsiyên zêdetir bûn.
Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya partiya demokrata Kurdistanê Xesru Goran ragehand ku em weke PDKê li hember encamên hilbijartinan yên ku ji aliyê komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ve hatine eşkere kirin ne dilgiranin.
Xesru Goran eşkere kir ku PDK li benda korsiyên zêdetir bû û ev hijmara ku hatiye ragehandin kême û neheqî li dengên PDKê hatiye kirin.
Goran eşkere kir ku li her sê parêzgehên Neynewa, Hewlêr û Diyalayê de vê dozê li hember encamên hilbijartinan vekin.
Nav hatî eşkere kir ku PDK li benda 28 korsiyan de bû lê li gorî encamên ku ji aliyê komîsyonê ve hatine ragehandin 25 korsîne.
