• Saturday, 14 February 2026
logo

Hejmara dengên aliyên Kurdistanî di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de

Hejmara dengên aliyên Kurdistanî di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê encamên hilbijartinên Paralmentoya Iraqê, ku roja 30 Nîsana borî birêve çûbûn, ragihandin.

Li gor encamên ku ji aliyê komisyona hilbijartinan, li Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê bi vî awayî bûn:


Parêzgeha Silêmaniyê, hejmara dengên rast 893.226 deng, hejmara kursiyan 18:


Tevgera Gorranê: 347.799 deng, 7 kursî bidest xistine.


Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 294.265 deng, 6 kursî bidest xistine.


Partiya Demokrata Kurdistanê: 93.410 deng, 2 kursî bidest xistine.


Yekgirtûya Îsalamî ya Kurdistanê: 81.392 deng, 2 kursî bidest xistine.


Komela Îslamî ya Kurdistanê: 57.102 deng ku dike 1 kursî bidest xistiye.


Li Parêzgeha Hewlêrê 744.489 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 15 kursî:


PDK: 354.735 deng, 7 kursî bidest xistine.


YNK: 186.688 deng, 4 kursî bidest xistine.


Tevgera Gorranê: 107.095 deng, 2 kursî bidest xistine.


Komela Îslamî: 48 hezar deng, 2 kursî bidest xistine.


Li parêzgeha Dihokê jî 490.452 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 11 kursî:


PDK: 340.977 deng, 8 kursî bidest xistine.


Yekgirtûya Îslamî: 84.446 deng, 2 kursî bidest xistine.


YNK: 37.457 deng, 1 kursî bidest xistiye.


Herwiha li Kerkûkê, ku yek ji li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, 570.759 dengên rast hatine hejmartin, hejmara kursiyan 12 kursî:


YNK: 209.964 deng, 6 kursî.


Eniya Turkmanî li Kerkûkê: 71 hezar deng, 2 kursî bidest xistine.


PDK: 63,076 deng, 2 kursî bidest xistine.


Aliyên Ereb: 53.796 deng, 1 kursî.


Herwiha li parêzgeha Mûsilê, 987.791 dengên rast hatin hejmartin, hejmara kursiyan 31 kursî:


Lîsteya Mutehîdûn: 1363.938 deng, 12 kursî bidest xistine.


Hevpeymaniya Kurdistanê: 158.804 deng, 6 kursî bidest xistine.


Lîtseya Weteniye: 116.292, 4 kursî bidest xistine.


Lîsteya Neynewa ya Niştimanî: 79.71 deng, 3 kursî bidest xistine.


Lîsteya el-Erebiye: 74.654 deng, 3 kursî bidest xistine.


YNK: 70.452 deng, 2 kursî bidest xistine.


Herwih li parêzgeha Diyala ji hejmara 14 kursiyan, lîsteya Aşitî ya Kurdistanê 61.807deng anîn ku dike 2 kursî.

Rudaw
Top