Gerîlayên PKKê kemyoneke artêşa Tirkiyê şewitandin
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, ew kenyona sîvîl ku di înşaeta Fermandariya Qereqola Jendermeyan ya Konalgaya ya girêdayî Çataxê, di dema vegerê de ji aliyê komeke çekdar ve hat şewitandin.
Der barê wê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Şaxê lêpirsîn da destpêkirin û Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Wanê jî derket operasyonê.
Wek tê zanîn ev du mehin hêzên parastina Gel HPGê li hember avakirina qereqolan çalakiyên şewitandina kemyonên ku di avakirina qereqolan de kardikin dişwetînin, û karekerên wî karî jî direvînin.
Rudaw
