Bombeyek li Nav Komcivîneke Hilbijartinê ya Sîsî li Misirê Teqiya
Berbijarê hilbijartinên serokatiyê yên 26 û 27ê Gulanê, el Sîsî ne di nav komcivînê de bû li taxa Ezbet el Nexil li Qahîre dema ku bombe derengî îro Şemiyê teqîya.
Ev cara yekê ye di helmeta hilbijartinê ya generalê berê de ku êrîşeke wisa pêk tê. El Sîsî beşdarî ti komcivînên hilbijartinan jiber sedemên ewlekariyê nebûye û tenê bi rîya hevpeyvînên ser televizyonê helmeta xwe birêve dibe.
Di hevpeyvîneke televizyonî ya vê dawîyê de, el Sîsî got ku du planên terorkirina wan hatine eşkerekirin, lê wî ti hûrgilî derbarê wan neda.
VOA
