• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Beyrûtê pevçûn di nav kurd û Ermenan de derketin

Li Beyrûtê pevçûn di nav kurd û Ermenan de derketin
Bi sedema pevçûna di navbera kesekî libnanî û ciwanekî Kurd de, aloziyeke mezin di navbera kurdên Rojavayê Kurdistanê û Ermenan li taxa Birc Hemûd li Beyrûtê, paytexta Libnanê, derketiye.

Xwendekarê Kurd Cenkîdar Dummer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê, derdora saet 4ê piştî nîvro, pevçûnek di navbera ciwanekî kurd temen 17 salî û ciwanekî ermen de derketibû û paşê dost û hevalên her du ciwanan tevlî pevçûnan bibûn.

Dummer da zanîn ku piştî bûyerê, ermenan û bi beşdariya polîsên Libnanê êrîşî mala ciwanê kurd kirin û gotinên nexweş jê re gotin û ciwanê kurd jî botlekî Xazê ji jor de avêt û di encamê de welatiyekî libnanî, ku navbênkarî dikir, bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gorî zanyariyên Dummer, ciwanê kurd, birayên wî û bavê wî xwe radestî polîsên libnanî kirine û kesê Libnanî yê ku birîndar bûye, navî wî Elyas Keleş e û ew ne ermen e.

Dummer herwiha da zanîn ku hinek grûpên ermenan êrîşî mal û dukanên kurdan kirin û li taxa Birc Hemûd ketin girevê û daxwaza derxistina kurdan ji taxê kirin.

Xwendekarê kurd tekez kir ku heta sibeha îro, Duşemê, rêbendên artêşa Libnanê li taxên Birc Hemûd, El-Neba û el-Dore hatine belavkirin û gellek xelkê kurd neçûne xwendin û karê xwe.

Derbarê sedema şer de, Cenkîdar Dummer got her aliyek bi şêweyekî cuda sedema pevçûnê diyar dike û bi gotina wî ermen dibêjin ciwanê Kurd gotin avêtine destgirtiya ciwanê ermen û kurd jî dibêjin ev yek ne raste û tekez dikin ku dema ciwanê kurd ji karê xwe vedigeriya malê rastî êrîşa çend ciwanên ermen hatibû.

Dummer got ermenên taxa Birc Hemûd ji sala 2004an ve ji kurdan aciz in û her demekê pirsgirêkan ji wan re derdixin û diyar kir ku libnanî bi tevahî û ermen bi taybetî ji hebûna sûriyan û kurdan aciz in û dibêjin ku ew derfetên kar li pêş wan digrin.

Rûdaw
Top