• Saturday, 14 February 2026
logo

‘‘Divê Asayîşa Iraqê sûdê ji Hêza Pêşmerge werbigire’‘

‘‘Divê Asayîşa Iraqê sûdê ji Hêza Pêşmerge werbigire’‘
Rêveberê Navenda Lêkolînên Ewlekariyê li Bexdayê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di warê asayîşê de sûdê ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê werbigire. Herwiha tekez kir ku nebûna kesên xwedî şiyan di nav asayîşa Iraqê de bûye sedema têkçûna rewşa ewlekariyê û paristinê.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Ewlekariyê li Bexdayê Mûtez Muhyî Ebdulhemîd ji BasNewsê re got ku têkçûna ewlekarî li Bexdayê û bajarên din ên Iraqê berdewame û evna jî nîşana lawaziya asayîş û nebûne stratejiyeke baş, û kêm çekî û teknolojiyeke pêşketî ye di ware ewlekariyê de.

Ebdulhemîd derbarê kar û barê asayîşa Iraqê de got: ‘‘Projeya ewlekariyê li Iraqê projeyeke wêranker e û ne projeyeke çareseriyê ye, heta niha hêzên asayîşa İraqê nikarîne bibin cihê baweriya xelkê da hevwelatî hevkarên wan bin. Loma her dema hevwelatî dibînin ku hêzên asayîşê xelkê bi awayekî ne yasayî û destûrhi digrin û ditirsînin neçar dibin zanyariyan bi wan re parvenekin. Nebûna baweriyê di navbera welatiyan û asayîşê de rewşê aloztir dike û kiryarên çekdarî jî zêde dibin.’‘

Rêveberê Navenda Lêkolînên Ewlekariyê diyar kir ku nebûna kesên pispor û xwedî şiyan di nav hêzên asayîşê de dibe sedema ku tawan zêde bibin û wiha axifî: ‘‘Peywendiyên di navbera hikûmeta navendî, hêzên asayîşa İraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de girîng in, nemaze di warê istixbarat û dewreyên hevbeş de. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hêzeke xurt û rêkûpêk e, karîne heta neha bi awayekî cidî dosyeya ewlekariya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê biparêzin û bixin bin kontrola xwe.’‘

Li gor çavdêr û pisporên warê ewlekariyê, heta neha hêzên Asayîşa Iraqê nikarîne rêgiriyê li kiryarên çekdarî bigirin, herwiha aştî û aramiyê bo hevwelatiyên Iraqê misoger bikin. Evna jî nîşan dide ku pêdiviya hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi pispor û çeken zêde heye.

BasNews
Top