Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê kir
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê guftûgokirin û her wiha di derbarê proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û derencamên wê hilbijartinê û bandora wê ya li paşarojê de li ser nexşeya siyasiya Iraqê axaftin.
Her li vê hevdîtinê de ji bilî behskirina mijarên cûr bi cûrên qeyrana siyasiya Iraqê ya li niha û çend salên derbasbûyî, her dû alî li ser ewe hevre bûn ku hilbijartin û derencamên wê derfetekî gelek baş bi gelên Iraqê û aliyên siyasiyan dide ku kar ji bo rastkirina proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina giriftan bikin.
