• Saturday, 14 February 2026
logo

Artêşa Îraqê bajarê Felûce kontrol kir

Artêşa Îraqê bajarê Felûce kontrol kir
Li gor nûçeyek Malpera Sûmeriya News`ê, îro (Şemî.17.05.2014) Wezreta Berevaniya Îraq`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên wan tevaya sînorê bajarê Felûce kontrol kiriye û Pira El Miwezefîn jî arame.

Wezareta Berevaniya Îraq`ê amaje bi wê yekê kir ku, yekîneyên serbazî li deverên Metîriye û taxa El Sena`î û EL Şecer hatine belav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, roja 2 Kanuna Yekem ya sala 2013`an li parêzgeha Enbar û bajarê Rumadî û navenda wê parêzgehê Artêşa Îraq`ê dest bi piroseyeke serbazî bo jinavbirina çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) kiribû di encam Lîwayê Rukin Mihemd El Kirewî Fermandeyê Fîrqeya 7 yê Artêşa Îarq`ê û cîgirê wî hatin kuştin çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) li derverên cûr bi cûr yên wê bajarî belav bûn û ew bajar ket jêr kontrola wan.

Xendan
Top