’’Kurd pêkhateyeke serekî ne li Iraqê’’
Di beyannameyeke Ofîsa El-Hekîm de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘‘Dema Emar Hekîm li Bexdayê pêşwazî li şandeke zana, serokeşîr û rîspiyên Herêma Kurdistanê kir, got ku Kurd pêkhateyeke serekî ne di avakirina Iraqê de û roleke wan a girîng heye, di qonaxa dahatû de û divê neyên piştguhxistin.’‘
Beyanname wiha berdewam dike: Di hevdîtina Emar Hekîm a ligel şanda Kurdî de pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin gotûbêjkirin, herwiha hat tekezkirin ku her du alî berpirs in di dîtina çareseriyên pêwist de.’‘
Di beyannameyê de tê gotin ku divê ji bo hemû pirsgirêkan çaresiriyên pêwist û maqûl bên dîtin û wiha bidawî dibe: ‘‘Hikûmeta dahatû ya İraqê divê hikûmeteke bihêz be, herwiha nerîneke wê derbarê avakirina Iraqê de hebe ku hemû pêkhate têde cîh bigrin.’‘
BasNews
