Medya Erebî: Li Somayê 100 karkerên ji Sûriyê mirine
Hejmara karkerên di karesata li kana komirê ya navçeya Somaya Manîsayê de canê xwe ji dest dan, li gor rayedarên Tirkiyê gehişte 301 kesan, lê belê hem xebatkarên li kanê hem jî rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin, ku hejmara rast a miriyan gelekî ji hejmara fermî zêdetir e.
Gelek saziyên çapemeniyê yên Ereb wek Asya News, El-Alem û El-Mûcez, ragehandin ku di wê karesatê de nêzîka 100 karkerên ku ji ber rewşa li Sûriyê koçberî Tirkiyê bibibûn, ji neçarî di kana komirê ya Somayê de dixebitîn. Saziyên çapemeniyê yên Ereban diyar kirin ku 100 koçber di bûyera Somayê de canê xwe ji dest dane û cenazeyê wan hê jî nehatine derxistin.
Li gor ragehandina Erebî, karkerên Sûriyê ku di kana komirê de canê xwe ji dest dane, bi awayekî nefermî hatibûn xebitandin û dibêjin tîmên destwerdana lezgîn ên Tirk cenazeyên karkerên Tirk derdixistin, lê cenazeyên karkerên ji Sûriyê koçber bûne di nava komir û ava komirê de vedişêrin da ku kes wan nebîne.
Hêjayî gotinê ye Tirkiyê rê neda tîmên destwerdana lezîn ên ji Ewropayê ku di xebatên rizgarkirinê de cihê xwe bigirin. Li gor heman medyayê evna jî gumanan zêdetir dike.
BasNews
