Kurd piştgiriya daxwzên Turkmenên Kerkûkê dikin
Li ser vê mijarê Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di gera borî ya Paralmentoya Iraqê de Mûeyed Teyib ji BasNewsê re got: “Hemû neteweyek li Iraqê mafê wan heye ku bibin xwedî pêgeh di hikûmeta bê de, Kurd li dijî piştguhxistina her neteweyekî ne, lê dana postan dê bimîne bo danûstandinên piştî hilbijartinan û hejmara kursiyan.”
Teyib tekez kir ku Kurd piştgiriya Turkmen û Ermenan dikin û mafên wan e ku di hikûmeta dahatû de mafê wan hebe û wiha axifî: “Tiştê girîngtir ji her postekê ewe ku çênabe tu neteweyek were piştguhxistin û divê hemû welatiyekî Iraqê xwe bi pile yek bibîne.”
Turkmenên li Kerkûkê daxazek pêşkêş kiribûn ku tê de gotibûn divê cîgirê serokwezîr an cîjgirê serokkomar an jî cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê bidin wan.
