• Saturday, 14 February 2026
logo

Komisyonê dema encama hilbijartinan diyar kir

Komisyonê dema encama hilbijartinan diyar kir
Di civîneke çapemeniyê de Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dema ragehandina encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya İraqê û encûmena parêzgehên Kurdistanê diyar kir.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Serbest Mistefa got: ‘’Ji sedî 92’ê encamên hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê temam bûne û roja pêncşemê li Hewlêrê emê encama ji sedî 100 a dengan rabighînin. Herwiha roja dûşembê jî em dê encama hilbijartinên Parlamentoya İraqê li Bexdayê rabighînin.’‘

Serbest Mistefa wiha axifî: ‘’Emê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên ku çavdêriya hilbijartinan kirine encaman rabighînin, herwiha bi Cd’yê emê encaman bidin her aliyekî siyasî daku her rexne û gazineke wan hebe pêşkêşî komisyonê bikin. Heta niha me 2030 gilî ji aliyê hêzên siyasî ve tomar kirine û ew gilî jî di navbera sor û zer de ne.’‘

Ji aliyê xwe ve Endamê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Mîqdad Şerîfî ragehand ku rêjeya giştî ya beşdarbûna hilbijartinan gehiştiye ji sedî 62’an û 14 hezar karmendên komisyonê serpereştî kirine.

BasNews
Top