YNK namzetekî ji bo cêgirê serokwezîr diyar dike
Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdulla ji BasNewsê re eşkere kir ku wan sêşemiya borî namzetek ji bo cêgirê serokwezîr destnîşan kiribû, lê ji ber serrastkirina yasaya serokatiya herêmê ku rê dide serokê hikûmetê kabîneya nû pêk bîne, fraksyona YNK’ê evna wek dûrxistinê hesibandiye û got:’’Niha namzetê me amade ye û hefteya bê di nav parlamentoyê de emê eşkere bikin û tu pirsgirêkek nînin.’‘
Ebdulla wiha axifî: ‘‘Em di wê baweriyê de ne ku divê hikûmet zû pêk were û pirsgirêka parêzgehan jî yek alî bibe, ji ber bandoreke mezin li ser beşdarîkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê di hikûmeta dahatû ya Îraqê de heye û YNK beşdarî hikûmeta nû dibe.’‘
Di heman demê de Endamê Polîtburoya YNK’ê Mistefa Çavreş ji BasNewsê re ragehand ku li gor rêkeftina wan a ligel PDK’ê wezareta navxwe di navbera wan de tê guhertin û evna bûye sedem ku biryara beşdarbûna di hikûmetê de bidin.’‘ Çawreş da zanîn ku hê jî hinek pirsgirêk di navbera wan û PDK’ê de mane û ew hêvîdar in ku di demeke nêzîk de werin çareserkirin.
Basnews
