“Asayişa PYDê avête ser ofîsa PDK-Sê li Çilaxa”
Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsamîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “îro dora saet 8ê sibehê, grûpeke asayişa PYDê avête ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Çilaxa û arma ofîsê hilkirin û birin”.
Îsmaîl da zanîn ku “dema asayişê êrîşî ofîsê kir, bi tenê nobedarê ofîsê li wir amade bû, lê ew nehatiye girtin”.
Duh çarşemê jê bi heman şêweyî, asayişa avêtibû ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Girkêlegê û arma ofîsê hilkiribûn û ligel xwe biribûn.
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku wan ji endam û dostên xwe xwestiye ku ti pirsgirêkan dernexin û aramiya rewşa li navçeyê biparêzin.
Heta niha asayişê ti daxuyanî derbarê hilkirina armên her du ofîsên PDK-Sê li Çilaxa û Girkêlegê nedaye.
Rudaw
