• Saturday, 14 February 2026
logo

3300 kes li Iraqê hatine kuştin

3300 kes li Iraqê hatine kuştin
Ji destpêka sala 2014an û heta naverasta vê meha gulanê de zêdetirî 3 hezar û 300 kes li seranserê Iraqê hatine kuştin.


AFP li ser zarê çavkaniyên fermî yên Iraqê belav kiriye ku ji destpêka sala 2014an heta naverasta vê mehê de zêdetirî 3300 kes li Iraqê hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.


Roja 13ê gulanê 9 teqîn li çend navçeyên Şîa li paytexta Iraq Bexdayê qewimîn û di encam de 115 kes hatin kuştin û birîndar kirin.


Her tim amarên ku ajansên biyanî derbarê qurbaniyên tundiya li Iraqê de belav dikin, zêdetirî amarên fermî ne yên ku hikûmeta Iraqê belav dike.

Rudaw
Top