Nocifî û Hekîm dibêjin dibe raya giştî ya Îraqê ji Berbijarê Serokwezîrê nû razî be
Nocifî û Emar Hekîm dibêjin dibe raya giştî ya Îraqê razîbûna xwe ya li hember Berbijarê nû ya Serokwezîrê Îraqê diyar bike.
Duh Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Hekîm û Serokê hevalbenda Mutehêdûn Usame Nocifî civiyan û di civînê de rewşa dawî ya parêzgeha Enbar û pevçûnên heyî yên li vê parêzgehê ên di navbera artêşa Îraq û çekdarên DIŞIê de nirxandin.
Di beşeke din ya civîna han de her du alî behsa encamên hibijartinên Îraqê û çawetiya pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê jî kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku dibe Berbijarê postê Serokwezîriyê Îraqê li ser bingeha rezamendiya raya giştî ya Îraqê were destnîşankirin.
