• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birîkarê Wezareta Pêşmerge kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birîkarê Wezareta Pêşmerge kir
Duh çarşem 14.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Enwerê Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke kadîrên serbazî û Pêşmergeyên kevin kir.

Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û di derbarê pêvajoya Pêşmergeyên Kurdistanê de guftûgo kirin û Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Top