Jimartina dengên taybet ên Herêma Kurdistanê bidawî bû
Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê roja 30ê Nîsana îsal hatin lidarxistin lê heta niha jî jimartina dengan didome.
Jimartina dengên hêzên çekdar û girtiyên Herêma Kurdistanê ku 2 rojan beriya dema qanûnî ya hilbijartinan tê kirin û wek dengdana taybet tê binavkirin, li ser sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê bidawî bû.
Li gorî agahiyên Rûdawê, li parêzgeha Hewlêrê bi giştî 55 hezar û 357 deng hatiye dayîn, li parêzgeha Silêmaniyê 57 hezar û li parêzgeha Dihokê jî 25 hezar û 667 deng avêtine sindoqan.
Li gorî encamên han, dengên partiyan bi vî awayî ye:
PDK: 61 hezar û 142 deng ku dike 45%
YNK: 43 hezar û 153 deng ku dike 32%
Tevgera Gorran: 24 hezar û 313 deng ku dike 18%
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar û 311 deng ku dike 3%
Komela Îslamî ya Kurdistanê: 3 hezar û 905 deng ku dike 2%
Rudaw
