• Saturday, 14 February 2026
logo

Holenda Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Holenda Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Biryare di demeke nêz de Holenda Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê veke.

Duh berpirsê peyvendiyên derve yên partiya demorkata Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwaziya heyeteke Holendî bi Serokatiya Konsulusê vê welatî yê li Bexdayê kir.

Di destpêka hevdîtinê de heyeta Holendî armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji Hêmin Hewramî re şîrove kir û got: Armanca vê serdana han ji nêz ve hayedar bûn ji rewşa siyasî ya Kurdistan, Îra û deverê ye.

Heyeta mêwan herwiha eşkere kir ku niha rewşa Kurdistanê gelek baş û arame û ne wek rewşa deverên din yên Îraq û navçeyê ye, baş bûna rewşa siyasî, ewlekarî, abûrî û civakî ya Kurdistanê hana Holenda dide daku di demeke nêz de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê veke.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Hêmin Hewramî jî bi awayekî kurt behsa rewşa siyasî ya Kurdistan, Îraq û deverê kir û balkêşande ser hilbijartinên Îraq û civata Parêzgehên Kurdistanê û bandora encamên wan hilbijartinan ya li ser rewşa siyasî û pêşeroja Îraqê.

Hewramî di berdewamiya axaftinên xwe de siyaset û helwestên partiya demokrata Kurdistanê jî yên li hember rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê ji heyeta mêwan re şîrove kir.
Top