Barzanî: Eger heye em beşdarî hikûmeta İraqê nebin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya İraqê de ji Reutersê re axifî û got: ‘’Di çend rojên dahatû de û piştî ragehandina encamên hilbijartinan, emê ligel hemû hêzên Kurdistanî bicivin daku bi hevre biryarekê li ser beşdarbûna hikûmetê bidin.’‘
Barzanî wiha axifî: ‘’Eger rewş wek niha bimîne, wê demê hemû bijarde li ber destê me hene, yek ji wan bi tevahî vekişîna Kurdan e ji hikûmeta İraqê, eger em ji hikûmetê jî vekişin, yek nûnerê xwe jî naşînin parlamentoyê, evna jî di demekê de dibe eger guhertin di sîstema birêvebirina welat de neyê kirin. Vê carê eger em beşdar bibin emê daxwaza garantiyê bikin da venegerin ser rewşa caran, wate tenê em îmzeyên ser kaxezan naxwazin, ji ber dema borî desthilat ne bi şirîkatî bû lê yekaliyane kar hatiye kirin.’‘
Derheqa budceya Kurdistanê de jî Barzanî wiha dibêje: ‘’Ewê ku budceya Herêma Kurdistanê kêm dike, divê li benda derencama wê jî be, eger wiha dizanin bi qutkirina beşa Kurdan ji budceyê yan jî kêmkirinê Kurd dest ji hemû mafên xwe berdidin, wê demê şaş famkirine û Kurd dest ji mafên xwe bernadin.’‘
Derbarê şandina petrola Kurdistanê de jî Barzanî got: ‘’Li gor destûrê mafê Kurdan e ku petrolê berhem bînin û li gor mercê xwe yê taybet be, biryara li ser veberhênana petrolê jî emê bidin bê ku li benda Bexdayê bin. Eger ew berdewam bin li ser dijayetîkirina şandina petrola Kurdistanê, emê jî li ser ya xwe berdewam bin. Eger ne bi dilê wan em bi vî awayî ligel wan bin, bila ji me re bibêjim û emê jî bi rêya xwe de biçin, emê referandûmê bikin û eger gelê Kurd biryar da, emê cîbicîh bikin.’‘
Basnews
